BERNAMEYA MECLÎSÊN KOMAVA YÊN ŞOREŞGER ÊN EWROPAYÊ
Li Ewropayê bingeha madî ya rêxistinbûna me ya girseyî ya demokratîk heye. Wekî di hemû qadên têkoşînê de, di qada me de jî, ji bo ku karibe rê bide girseyan ewil wan ji hêla xwestekên wan ên siyasî û demokratîk bi rêxistinbûyîn bike valahiya pêşengtiya şoreşgerî xwe dide hisandin. Rêxistinbûnên şoreşgerî di demên berê de li hinek welatan çiqas bi bandor bûn jî, niha ji wê rewşa xwe pir dûr ketine. Beşeke mezin ji şoreşgerên Tirkiyeyî ji bo karker û kedkarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji zû ve de ye baweriyên xwe winda kirine. Tiştên ku li dû wan ma ne; rûxandinên pêk hatine, hilweşîna nirxên şoreşgerî û di esasê xwe de têkiliyên dejenerebûyî ne. Di rewşeke wisa de; hewceye ji nû ve kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyê kanalîzeyî têkoşîna şoreşgerî û demokratîk werin kirin. Wekî di her qadê de di qada em tê de ne jî, divê em bi sebir û hesas tev bigerin. Li gor şert û mercên em tê de ne destpêkirina xebateke bi vî awayî em dizanin ku ew ê gelek bi zor û zehmet be. Lê ew ê ne bê derfet be.
Têkoşîna li Ewropayê divê tenê li ser hîmên Kurdistan û Tirkiyeyê neyê avakirin. Bi vî awayî be, çiqas bi ajîtasyonên şoreşgerî were pêşxistin jî, ji hêla bîrdozî ve dîsa ew ê şaşî be û ji ber ku di xwe de neteweperweriyeke milî bihewîne ew ê li hember komunîzmê be. Hemû mewziyên têkoşînê yên li dinyayê mewziyên hevpar ên komunîstan e. Her komunîstek di mewziyên xwe de beşdarî şer dibe. Lê şerên mewziyên din jî, şerên me ne. Xebatek ku têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê tê kirin ne hesibîne ne rast e. Tirkiye û Kurdistan ji hêla şer û nakokiyên di gelek qadan de mîna; aborî, siyasî, civakî, çînî, dîrokî, herêmî, çandî navendeke girîng a şoreşê ye. Ji vê hêlê de Tirkiye û Kurdistan bi têkoşîna şoreşê xwedî dibin. Em ne tenê bi koçberên Kurd û Tirk sînordar kar û xebatên xwe dikin.
Ji hêla din ve, divê têkoşîna şoreşa ya welêt were xwedîkirin. Tevgera me derfet û tixûbên xwe firehtir bike. Bi şoreşa Tirkiye û Kurdistanê ya ku em tê de ne, weke îtîfaqa stratejîk divê em Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî xurt bikin. Ev, hêlek xebatên me yên Ewropayê ne. Hebûna qutbûneke ji têkoşîna li welatê heyî şaşîtiyeke mezin a ku xebatên Ewropayê pûç dikin. Tişta hewce, avakirina têkiliyeke rast a di navbera her du hêlan de ye. Ev xêza rast ku neyê avakirin piştî demekê hemû xebatên şoreşgerî werdigere hewlên şeklî. Bi vê perspektîfa polîtîk em têkoşîn û rêxistinbûna enternasyonal, bilind dikin.
Şoreş, Xwe Ferz Dike
Welatên Yekîtiya Ewropayê qanûn û pere kirin yek. Tixûb rakirin. Dewlet, hema bêje bûne wek gundên Ewropayê. Lê wekî em hemû jî dizanin ji mesrefên civakî, tenduristî û perwerdehiyê qut dikin û gişî li çekdarîbûnê xerc dikin. Li Îsraîlê çekên ji bo di şerê gerîlatiyê de were bikaranîn tên hilbirîn muşteriyên wan ên ewilîn dibin dewletên Yekîtiya Ewropayê. Welatên ku tixûb rakirin, qanûn û pereyên xwe kirine yek li hember kê xwe çekdarîbûn dikin? Bê guman eşkere ye ku, ew hemû dewlet ne li hember hev çekdarîbûn dibin. Xala wan a hevpar “ Têkoşîna li hember terorîzmê“ ye. Ew kesên ku ji wan re terorîst dibêjin; ew kedkarên ku li nav rez, erd, baxçe, zikak û fabrîqeyên wan dixebitin in. Dizanin ku dema kêr bigihêje hestiyan çîna karker û kedkaran li hember wan ew ê serî hildin. Ji niha ve li kîjan erdnîgariyê be, serhildanek çêbibe ji bo êrîş bikin ji her bereyên xwe ve amadekariyên xwe dikin. Ji ber wê, dijminê me bi xwezayî hevpar e. Li hember vî dijminê hevpar pirsgirêkên me jî dibin hevpar.
Çavkaniyên sererd û binerd ên rojhilata xizan, bi alîkariya hevkarên xwecih ji hêla rojavaya dewlemend tên xespkirin. Ji erdnîgariyên şer, pevçûn, xela û birçîbûn xwe rûdidin ber bi rojavaya dewlemend koçberiya mirovan pêk tê. Hizûrsiziya ji ber vê koçberiya mirovan, pirsgirêka bêkariyê xwe dide der. Rojavaya dewlemend, nijadperestî û milîtarîzmê gûr dike. Vê nijadperestiya pêşketî, bêkarî û milîtarîzm di serî de li ser Tirkiyeyî û Kurdistaniyên li welatên Ewropayê û li ser hemû biyaniyan bi awayeke kûr û giran xwe dide hîskirin. Li welatên Ewropayê yên ku em lê dijîn bêyî ku pêşî li vê bêkarî û bihizûriya ji ber koçberiyê were girtin.
Ber vê bêkariyê û pirsgirêka bêhizûriya ji ber koçberiyê li ku derê dinyayê dibe bila bibe li pêşiya me wek pirsgirêka şoreşê disekine. Kişkişandina girseyan a li pey lêgerînên reformîst ên nav pergalê bê wate ye. Girse dizanin ku, îktîdar çiqas werin guherandin jî, polîtîkayên hundir û derve di warê aborî û qadên din jî ew ê zêde neyên guherandin. Derketina girseyên gel ên ji bo aştî û xwestekên din xwediyên pergalê zêde aciz nakin. Lê ku çar kes ji bo xwestekên şoreşê werin cem hev dibin wek gayan û êrîş dikin. Hin rêxistinên xwecihî jî, hayê wan ji rewşê hene û çavên xwe di serî de rojava bera hemû rojhilata navin dane.Yanî ji bo çareseriyê ji raya giştî re divê perspektîfên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê hebin.
Çêkirina Xeta Têkoşîna Sê Rehandî
Rêxistinbûna qada demokratîk a derveyî welat em dikarin li ser sê hîmên bingehîn ava bikin.
1– Di çarçoveya avabûna li gor hewcedariyên têkoşîna li Tirkiye û Kurdistanê tê
meşandin de;
A) Piştgiriya lojîstîk.
B) Di nav têkoşîna antî faşîst de cihgirtin.
C) Li derveyî welêt teşhîrkirina xweferzkirinên faşîst ên paşverû û nasandina têkoşînê ya
bi dinyaya derveyîn re.
2– Rêxistinkirina her kedkar û karkerên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên li welatê xwe pirsgirêka
biyanîbûnê dikişînin. Di rêça xwestekên wan ên demokratîk tevlêbûna wan a
têkoşînê.
3– Di nav her welatên ku em lê dijîn de têkildayîna bi rêxistinbûnên antî faşîst û antî
emperyalîst û bilindkirina piştgiriya enternasyonal.
Li Ser Ciwanan
Li ku dinyayê dibe bila bibe hemû avabûnên heyî dixwazin ciwanan di nav xwe de bihewînin. Hemû rêxistin ji bo ku ciwanan bi dest bixin hin polîtîkayan pêk tînin. Li hemû derên dinyayê tevgerên ciwanan li ser civakê bandor kirine û di nav civakên xwe de şopên girîng hiştine. Bi taybet di salên 1968 an de di serî de li Ewropayê û gelek cihên dinyayê tevgerên ciwanan bandor li dora xwe kirine, ji bo îktîdarên welatên xwe bûne tehdîtên cidî. Ji ber vê, hêzên şoreşê û li dij şoreşê ji bo ku karibin ciwanan di nav xwe de bihêlin ketine nav xebatên taybet.
Kapîtalîzma emperyalîst, wekî beşên din ên civakê ji bo ciwanan jî hêviya tu pêşerojê nade. Beramber vê, bêpêşerojbûnekê û ciwanên xwedî ruhê koletiyê ji xwe re dikin armanc. Pergal, tebaqeya herî dînamîk a civakê ciwanan ji bo ku di bin kontrola xwe de bihêlin wan dejenere dikin. Li hemû dewletên Ewropayê nahêlin ciwan siyasetê bikin û çareseriyan ji bo pirsgirêkên xwe bibînin. Astengiyan derdixin. Pêşiyê li wan vedikin ku ciwan bibin bengiyê alkol û tiryakê. Panzehîra van hemû boçûnan bêşik têkoşîna şoreşgerî ye. Li hember xefikên pergal ji bo ciwanan vedidin divê em ciwanan bikişînin nav têkoşîna şoreşger û rê û rêbazan bi pêş bixin.
A) Ciwanên xwendekar
B) Ciwanên karker
C) Ciwanên bêkar/betal
1) Birêxistinbûna çalakiyên sportîf
2) Birêxistinbûna çalakiyên çandî
3) Birêxistinbûna kampên ciwanan
4) Birêxistinbûna çalakiyên wek; semîner, panel, forûm, hwd. Ev cûre çalakî li gor şert û
mercan dikare werin zêdekirin.
Bêyî Jinan Qet Nabe
Tu tevgerên ku nav wan de jin tune bin şansa wan a serkeftinê tune ne. Ji ber xwezayiya jinê di hemû lêkolînên zanistî de jî hatiye îspatkirin ku ji bo xwedîderketin û tişta ku di dest de ye bernede dikare here mirinê. Di xwezayê de tu nikarî dest tu zarokek/çêlikeka dayikekê bidî. Ku tu bi zorê hewl bidî ew ê ya te yan jî xwe parçe bike. Ji ber vê, rêxistina îstîxbaratê ya Almanan(BDN) dibêje ku; Heke tu bixwazî rêxistinekê bide rûxandin ewil jinên wê bikujin. Bi vê hişmendiyê bi kurtasî bi dirûşmeya “ Heke jin tune bin şoreş pêk nayê. Şoreş tune be jin azad nabe“ rênîşandera me ye. Li ku derê dinyayê be em dizanin ku jin du caran dibin mexdûrên kedxwariyê. Ev rewş ne tenê ji bo civakên rojhilat, ji bo rojavaya ku wek welatên şaristaniyê tên binavkirin jî bi heman rengî ye. Kedxwarî û tundiya li hember jinê pirsgirêka mayînde û ya herî belavbûyî ya dinyaya modern e. Bi giştî; tundiya li hember jinê dewlemend, hejar, xwende, nexwende, bêciyawazî di hemû dewletên Ewropayê de yê ku em lê dijîn bi awayeke berbelavbûyî zêde dibe.
Di serî de li Fransa û Almanyayê û li welatên Ewropayê yên din jî zêdebûna qetlên jinan balê dikişîne. Tê zanîn ku di gelemperiya Almanyayê de hejmara jinên rastî tacîz û tecawizê tên, yên bi darê zorê dixin nav fihûşê bi sed hezaran in. Li gor rastiyên rojane û şênber ji her sê jinan yek ji wan tê kuştin. Bi heman awayî hatiye îspatkirin ku bûyerên kuştin û êrîşên fizîkî bi taybet ji hêla hevseran û evîndaran ve pêk tên. Dîsa li gor lêkolînên saziyan jinên zewacî an evîndar di hemû dinyayê de ji wan tenê ji sedî pêncî û didu(% 52) di derbarê rêbazên konrtrolê yên zayînê de biryarên xwe bi serê xwe didin. Li gor van daneyan li ku dera dinyayê be bila bibe têkoşîna jinê ku tune be ne mumkun e ku ev rewş biguhere.
Di serî de wekî her qadê di vê qadê de jî, jin divê kirinên di derbarê xwe de bixin înîsiyatîfa xwe. Di derbarê jinê de çi were nivîsîn ku jin bi xwe binivîse bi wate dibe. Di derbarê xwe de jin rasterast bipeyive encax wê çaxê pêşketin çêbibe. Sedema esareta jinê ya di civakê de pergala kapîtalîst bi xwe ye. Xelasiya jinan jî, di têkoşîna şoreşgerî de ye. Di vê mijarê de hewceye ku rêxistinbûyînên şênber ên takekesî û taybet werin avakirin û tespîtên teorîk, polîtîkayên pratîk demildest bikevin jiyanê.
Di encama van hemûyan de divê em navê karê ku em dikin deynin. Ji niha û pê ve di nav rêxistinên girseyî yên demoktatîk wekî bi navê “Meclîsên Komava Yên Şoreşger ên Ewropayê (ADKM)“ em cihê xwe digirin.
Bi ADKM ê Em Bimeşin
1) ADKM, di serî de dibe ku em wekî yeka din werin dîtin. Lê bi demê re em ê bidin
xuyakirin ku em ne wekî yên din in.
2) ADKM, wê teza di derbarê kesên ku di serî de li Almanyayê ne û li welatên wek Fransa, Holandayê ne yên ku zimanên wan ên duyem wek Tirkî û pasaportên wan ên Tirkiyeyê hene û ji bo wan ew tiştê ku qet carek din ew ê venegerin welatê xwe û mecbûr in li welatê ku lê ne bimînin tên gotin ret dike. Bi kurtasî tenê navlêkirina wek statuya koçberiyê rast nabîne. Berovajî vê, mirovên li vir bi pêşketinên li welatên xwe ve eleqedar in. Bi salan berê ewil bi statuya karkerên mêvanî hatine û vî navê xwe diparêzin. Ji bo şoreşa Tirkiyeyê û Kurdistanê divê wek pêkhateyên girîng werin dîtin.
3) ADKM, bîrdoziya xwe ya polîtîk ji bîrdoziya komunîst a şoreşgerş distîne.
4) ADKM, bangî hemû kesên ne paşverû, neteweperest, faşîst û ne dijminê gelan dike ku di nav refên wan de têkoşînê bimeşînin.
5) ADKM, ji bilî xwe hemû tevgeran wek mutefîkê xwe dibîne û li hember komik û hişmendiya eziyê têkoşînê dide.
6) ADKM, di nav hemû saziyên têkoşînên yekbûyî de cihê xwe digire û ji bo pêşketina wan têkoşînê dide.
7) ADKM, hewl dide karker kedkar li welatê xwe yê ku lê ne tev lî têkoşînên çînî bibin.
8) ADKM, li welatên Ewropayê tevlî rêxistinên antî faşîst bi awayeke enternasyonal têkoşîna hevpar dimeşîne.
9) ADKM, di hemû qadên heyî de çalakiyên çandî û sportîf bi rê ve dibe û pêşengtiya wan dike.
10) ADKM, amûrên propaganda û ajîtasyonê bi pêş dixe û çalakiyên ajîtasyon û propagandayê bi rêxistin dike.
Bi kurtasî; ADKM, mewziya têkoşînê û rêxistinbûna antî faşîst û emperyalîst a karker û kedkaran a li welatên Ewropayê ye.