Kurmancî

Rêzikname

Li Ser Avabûnê

1) Dezgeha herî desthilardar a ADKM ê kongre ne.

A– Kongre, birêveberinê hildibijêre û ji bo birêvebirina ADKMê desthilatiya rêvebirinê dide.

B– Birêvebirin, di nav xwe de hevberdevkên xwe hildibijêrin. Ji van yek jê divê jin be.

C– Birêvebirin, desthilatiya rêveberî û civandinê dide.

D– Di birêvebirinê de hemû biryar li gor rêbaza dengdayînê tên stendin.

E– ADKM, ji pêkhateyên meclîsên bajaran pêk tê. Meclîsên bajaran di kongreyên xwe de birêvebirinên xwe hildibijêrin. Ew jî, hevberdevkên xwe hildibijêrin. Hevberdevkên tên hilbijartin xwezayî dibin endamên meclîsên welêt.

F– Meclîsên welêt jî, dezgehên jorîn ên meclîsên bajaran e. Meclîsên welêt, kongreyên xwe pêk tînin. Birêvebirinên xwe hildibijêrin. Ew jî hevberdevkên xwe hildibijêr in. Ev hevberdevk jî xwezayî dibin endamên meclîsa Ewropayê.

G– Meclîsên bajêr û welatan li gor bajar û welatên ku lê ne navan distînin. Wek; Meclîsa Komava ya Şoreşger a Braunschweigê (BS-DKM) Meclîsên welêt jî, wek; Meclîsa Komava ya Şoreşger a Almanyayê (ADKM).

H– ADKM , bi piraniya ji sisê duduyan ya endamên xwe ve dikare birêvebirinê ji peywirê bistînin.

I– Meclîsên welatan meclîsa Ewropayê pêk tînin. Bi navê, Meclîsên Komava yên Ewropayê tê binavkirin.

Ζ Kongreya ADKMê di rewşa asayî de, her ji salek û nîvekê de tê çêkirin. Bi biryara ji sisêyan yek (1/3) endaman ku bixwazin dikarin kongreya awarte li dar bixin.

J– Ji bo jin û kesên LGBTÎQ yan ji hêla rêxistinî û siyasî cihêkariya pozîtîf û pergala kotayî ji wan re tên nîşandayîn. Di pergala kotayî de, prensîba herî kêm ji sedî pêncî tê derbasdayîn.

2) Di ADKMê Hiqûqa Endamtiyê Wiha Pêk Tê de

A– aneyên xwe didin, ên di meclîsên bajaran de dixebitin dikarin bibin endam.

B– Di ADKMê de kesên ne faşîst, paşverû, yên bername û rêziknameyê esas digirin, ên
mehkesên ku di ADKMê de bûbin endam mafên wan ên hilbijartin û hilbijirînê hene.

C– Mafê hemû endaman heye ku fikra xwe bêjin, pêşniyar û rexneyan bikin.

3) Di ADKMê de Sûc û Ceza

A– Her tevgera îxlalkirina qeydên ehlaqî yên şoreşgerî û demokratîk sûc e.
– Qumar, bikaranîna tiryakê û tîcareta wê sûc e û qedexe ye.
– Her tevgerên lunpenî sûc in.
– Her tevgerên li dij sekna şoreşgerî wek, têkiliya bi dizî ya bi dijmin re sûc e.
– Tacîz û tecawiz sûc e.

B– Beramberiya her sûcî cezayên wan cûda ne. Hin sûc ne bi berdewamî bi carekê be jî cezayê wê gelekî giran e. Wek; Êrîşên zayendî yên li hember jinê û dan û stendina bi dijmin re(ajanî/sîxurtî) bi awayekî herî giran tên cezakirin.

Ceza

A– Cezayê hişyariyê. Ji hêla yekeyên desthilatdar hişyarî tê kirin.

B– Lomandin. Di nava meclîsê de tê lomandin.

C– Rewşên din bike. li jor ku werin dubarekirin têkiliya endamtiyê tê sekinandin.

D– Meclîsa pê girêdayî jî tevlê ji ADKMê hemû têkilî tên qutkirin û tê avêtin.

Malî/Abori

ADKM, aboriya wê li ser mehane û bexşên endaman e. Hemû xerckirin di çavdêriya birêvebirinên ku ji hêla meclîsên welatan û bajaran ve tên hildibijêrin de tê kirin Di rewşa fesxekê de,sazî hemû hebûnên xwe ji bo fêdeya gel dikare dewrî saziyeke