Yeşil Sol Parti Avrupa Seçim Koordinasyonu

Basın Açıklamaları

Dengên me ji bo Tirkiyeyeke demokratîk ji Partiya Çep a Kesk re!
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Tirkiye li ser xaçerêyek girîng e ku dê bandorê li çarenûsa hemû welat bike. Weke rêxistin û
saziyên koçberên Tirkiye û Kurdistanî yên li Ewropayê, em bang li hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê û hemû kesên xwedî
mafê dengdanê dikin ku dengê xwe bidin Tirkiyeyeke demokratîk ku tê de gel, bawerî, ked, maf û azadiyên bingehîn bi nirx tê
dîtin. Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiyeya demokratîk dê jiyana me yên li derveyî welat jî hêsantir bike.
Polîtîkayên aborî, civakî û çandî yên bi hevkariya neolîberal, tekparêz û faşîst a AKP-MHP’ê ku ev 21 sal in li ser desthilatdariyê
ye, ji bo gelan û kedkaran wêraniyeke mezin afirandiye; Maf û azadiyên bingehîn bi qasî ku pêkan hat astengkirin, edalet û
hiqûq hatin ragirtin, welat ji kirêt û îstismarkirina çend xwediyên sermayan re hat hiştin û wekî ku careke din di karesata erdheja
Mereşê a 6ê Sibatê de hat dîtin, çavkaniyên welat ne ji bo hewcedariyên gel, ji bo çend komên sermaye hatin terxankirin.
Di 14’ê Gulanê de du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene: An rejîma yek zilamî ya ku jiyana gelan di her warî de xistiye nava tarîtiyê û
wêrankirina ku afirandiye wê bidome; yan jî bi xurtkirina bloka Ked û Azadiyê û Partiya Çep a Kesk a ku daxwazên gel ên aştî,
demokrasî, azadî û jiyana mirovahî diparêze, wê bikeve rêyeke nû.
Her çendî koalîsyona AKP-MHP’ê ji bo rejîma ku li ser lê rûniştine li ser hesabê gel û welat bidomîne, hewl dide hêzên faşîst
ên herî paşverû li dora xwe kom bike jî, em di wê baweriyê de ne ku piraniya gel û kedkarên Tirkiyeyê ne, dizanin ku yekane
rêya jiyana mirovahî şandina vê hikûmetê ye.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya paşverû û namzetê wê yê Serokkomariyê Erdogan, tê wateya ku gelên me berdêlên girantir
bidin, hemû mafên bermayiyê jî bêne tinekirin, laîktî, mafên jinan temamî bên desteserkirin, rejîma mêtinger, tekparêz û
nîjadperest dê xurtir bibe. Ji bo rawestandina vê telêzê û rê li ber Tirkiyeyeke demokratîk bê vekirin, em bang li her kesê ku li
derveyî welat dijî û xwedî mafê dengdanê ye, dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin û li dijî rejîma yek zilamî dengê xwe bidin.
Werin em di hilbijartinên parlementoyê de piştgirî bidin Partiya Çep a Kesk!
Kurd, Tirk, Asûrî-Sûryanî-Keldanî, Ermenî, Laz, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Pontûs, Hemşîn, Pomak, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Cihû,
Misilman, Jin, Ciwan, Kedkar, Sosyalîst, Rojnameger, rewşenbîr, akademîsyen, LGBTI+yan û hemû beşên civakî ku dengê
wan nehatiye bihîstin ku hemû mexdûrên polîtîkayên dewletê yên faşîst û tekparêz in, dikarin pirsgirêkên xwe tenê bi yekîtiya
kedkar û gelan û bi têkoşînê çareser bikin. Piraniya kesên ku mafên kedê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, laîkbûn û
hemwelatîbûna wekhev, xweza û mafên mirovan, aştî û azadiyê, mafên jinan, LGBTI+ û zarokan diparêzin û ji bo van
daxwazan têdikoşin, di “Tifaqa Ked û Azadiyê” di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de dikevin hilbijartinê. Nûnertiya xurt a vê
tifaqê di meclîsê de wê têkoşîna me ya avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ku gelê Kurd, Tirk û neteweyên din, Elewî-Sunnî û
baweriyên din bi awayekî wekhev û biratî tê de bijîn, xurtir bike. Ji bo em gavekê nêzî van armancan bibin, em bang dikin ku
dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk ku di hilbijartinên parlementoyê de piraniya “Tifaqa Ked-Azadî” di bin banê xwe de dike
yek.
Daxwaza gelên Tirkiyeyê ya ji bo azadî, demokrasî, aştî û jiyaneke mirovî heman awayî daxwaza me ya yên li welatên
Ewropayê ye jî. Em saziyên ku li jêr îmze kirine û geşedanên li Tirkiyeyê ji Ewropayê dişopînin, di wê baweriyê de ne ku divê
ev pêvajo bi dawî bibe. Partiya Çep a Kesk a ku di manîfestoya xwe ya hilbijartinê de cihek berfireh dide avakirina Tirkiyeyeke
ku mirov di nava aştî û mirovahiyê de wekhev û azad bijîn, ji ber vê yekê partiyeke ku hesreta me diparêze ye. Ji bo vê yekê
em bang li hemû kedkarên koçber ên li derveyî welat dijîn û xwedî mafê dengdanê ne, dikin ku dengê xwe bidin Partiya Çep a
Kesk.
Bibîrxistina berpirsiyarî û helwestê ya li her hilbijêrên li Ewropayê, em bang li hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dikin ku dengê xwe
bidin Tirkiyeke demokratîk û azad.
SAZIYÊN VEXWÎNER
• Yeşil ve Sol Parti Avrupa
• HDP Avrupa Temsilcili
• Demokrat Işçi Dernekler Federasyonu (DIDF)
• Avrupa Demokratik Kürt Toplum Kongresi (KCDK-E)
• Avrupa Devrimci Demokratik Komün İnisiyatifi (ADDKİ)
• Avrupa Ezilen Göçmenler Konfederasyonu (AvEG-KON)
• Avrupa Kürt Kadın Hareketi (TJKE)Yeşil Sol Parti Avrupa Seçim KoordinasyonuYEŞİL SOL PARTİAvrupa Seçim Koordinasyonu
• Partiya Islamiya Kurdistan (PIK)
• Nor Zartonk – Avrupa
• Sosyalist Yeniden Kuruluş Partisi – Avrupa (SYKP Avrupa)
• Avrupa Türkiyeli İşçiler Konfederasyonu (ATİK)
• Avrupa Devrimci Komün Meclisleri (ADKM)
• Demokratik Alevi Federasyonu (FEDA)
• Civaka Islamiya Kurdistan (CIK)
• Kurdistan Kominis Parti(KKP)
• Dersim İnşa Kongresi (DİK)
• Avurpa Ezidi Koordinasyonu
• İç Anadolu Kürtleri Platformu (PKAN)
• Maraş Dernekleri Federasyonu (MARDEF)
• Mezopotamya Halk Kongresi,
• Mezopotamya Özgürlük Partisi (MÖP)
• Xeta Sor
• Yaşanacak Dünya
• Avrupa Demokratik Dersim Birlikleri Federasyonu (ADEF)
• Avrupa Demokratik Haklar Konfederasyonu (ADHK)
• SODAP ( Sosyalist Dayanisma Platformu)
• Kürt Cemati Berlin-Brandenburg
• Avrupa Potus insatifi
• Baris Akedemisyen
• Avrupa Surgunler Meclisi
• PIK ( Partiya Islami Kurdistan)
• Avrupa Alternatif Karadenizliler İnsiyatifi
• Surgun Siyasetciler
• Avrupa Kurecikler Halk Insatifi
• Gazeteciler
• Dersim Inşa Kongresi

0 Paylaşımlar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir